Heyeteke PAKê Li Edeneyê Seredana Welatperwerê Kurd Ahmed Kurdî Kir

.

Heyeteke PAKê Li Edeneyê Seredana Welatperwerê Kurd Ahmed Kurdî Kir

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê îro(24.07.2022) li bajarê Edene ya Tirkîyeyê , li nexweşxaneyê seredana helbestvan û rewşenbîrê Kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê Ahmed Kurdî kir.

Heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Bedran Acar, Vahît Aba û endamê Meclîsa PAKê ya Ewropayê Mehmet Hasan Baran pêk hatibû.

Welatperwerê Kurd Abdulganî Bakir jî li gel heyeta PAKê seredana Ahmed Kurdî kir û li Edeneyê, li mala xwe jî mehzûbanîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê, li ser navê hemû PAKîyan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ya Li Edeneyê li halê Ahmed Kurdî pirsîn, şîfya xêrê jê ra xwestin. Silavên Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û yê hemû rêvebir û endamên PAKê gîhandin Ahmed Kurdî.

Ahmed Kurdî jî ji ber vê dostayî û seredana heyeta PAKê dilxweşî û spasîyên xwe yên germ pêşkêşî heyetê kir.

Heyeta PAKê, dîyar kir ku wek PAK emê bi her awayî li gel cenabê Ahmed Kurdî bin.

Rewşenbîr û helbestvanê welatperwerê Kurd Ahmed Kurdî , ji ber nexweşîya xwe, demeke ku li Edeneyê li mala xwe nesax bû.Vaye 4 rojin jî di Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ya Li Edeneyê da razaye, tedawîyê dibîne.

Em careke din ji rêzdar Ahmed Kurdî şîfaya xêrê dixwazin.

24.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir