Heyeteke PAKê Li Amedê Komeleya Sêweregîyan Zîyaret Kirin

.

Heyeteke PAKê ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba, Berdevkê PAKê Hanifi Turan û endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Abdullah Polat pêk hatî, roja 06.12.2021ê li Amedê seredana Komeleya Sêweregîyan kir.

Serokê Komeleya Sêweregîyan Burhan Erol, rêvebir û endamên Komeleyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê di derbare rewşa heyî ya gelê me tê de dijî de bîr û rayên PAKê anîn ziman û di derbarê nêrîn û siyaseta PAKê ya giştî de agahdarî da. Herweha heyeta PAKê girîngîya komeleyên mehelî û girîngîya xebatên Komeleya Sêweregîyan anî ziman û got ‘em amade ne bi her awayî piştgirîya Komeleya Sêweregîyan bikin’.

Serokê Komeleya Sêweregîyan Burhan Erol, rêvebir û endamên Komeleyê bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin û nêrîn û pêşniyarîyên xwe anîn ziman. Di hevdîtinê de sohbeteke berhemdar û têr û tije di navbeyna herdu alîyan de pêk hat.

Di dawîya seredanê de heyeta PAKê û revebirên Komeleya Sêweregîyan daxwaz û hêvîya berdewamîya van hevdîtin û sohbetan anîn ziman.

06.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle