Heyeteke PAKê Li Amedê Îadeyî Zîyaret a Deva Partisi Kir

.

Heyeteke PAKê ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Faiz Eşin, Salih Kaplan, Husnu Onuk, Abdullah Polat pêk hatî roja 11.11.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya Deva Partîsî kir.

Serokê Teşkîlata Amedê ya Deva Partîsî Cîhan Ulsen û revebirên Teşkîlata Amedê ya Deva Partîsî pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Heyet PAKê anî ziman ku weke îadeî zîyaret seredana Deva Partîsî dikin. Heyeta Deva Partîsî demeke berê li Amedê seredana PAKê kiribû.

Herweha heyeta PAKê di derbarê Daxwazên Lezgînî yên Kurdan de agahdarî da û got pêkanîna Daxwazên Lezgînî yên Kurdan dê derîyê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê veke.
bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Heyeta Deva Partisi jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir û di derbarê rewşa Tirkîyeyê û rûdanên van demên dawî de bîr û rayên partîya xwe anîn ziman û xwestin ku peywendiyên herdu partîyan berdewam bibin.

Hevdîtina heyeta PAKê û Deva Partisi di atmosfereke erênî de derbas bû û herdu alîyan jî girîngîya dîyaloga di navbera herdu partîyan de anîn ziman.
11.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin