Heyeteke PAK û PSKyê li Amedê seredana DBPyê kir

.

Heyeteke ku ji Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, endamê Meclîsa PSKyê Hîkmet Fîdan, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba pêk hatî, roja 30.12.2022yê li Amedê seredana DBPyê kirin.

Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir û hinek rêvebirin DPByê çend roj berê hatibûn girtin.

Heyeta hevbeş a PSK û PAKê ji bo piştgirîyê û ji bo protesto kirina girtina hevserok û rêvebirên DBPyê seredana DBPyê kirin.

Polîsên Emnîyeta Amedê roja 19.12.2022yê, ji ber ku Alaya Kurdistanê hildabûn avêtibû ser avahîya PAK, PSK, Hereketa Azadî.

Di wê demê DBPyê piştgirîya xwe ji bo PAK, PSK, Hereketa Azadî nîşan dabû.Heyeta hevbeş a PSK û PAKê ji bo vê piştgirîya DBPyê yê jî spasîya xwe pêşkêş kirin.

Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz û rêvebirên DBPyê pêşewazîya heyeta PSK û PAKê kirin.

Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz ji bo vê seredanê û ji bo piştgirîyê spasîya PAK û PSKyê kir.

Di vê hevdîtinê da, herweha heyeta hevbeş a PSK û PAKê û heyeta DBPyê di derbarê rewşa giştî da bîr û rayên xwe anîn zimên.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle