Heyeteke HAK-PARê li Amedê seredana PAKê kir

.

Roja 05.06.2022yêli Amedê heyeteke HAK-PARê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) kir.

Heyeta HAK-PARê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Davut Bîlinmîş  û M.Şah Eren û endamê Meclîsa HAK-PARê  Mahmût  Erten pêkhatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Salîh Kaplan, Husnu Onuk û rêvebirê PAKê yê Amedê Îsmaîl Edîş pêşewazîya heyeta HAK-PARê kir.

Heyeta PAKê bixêrhatina heyeta HAK-PARê kir û serkeftin ji Serok û Meclîsa Nû ya HAK-PARê re xwest.

Heyeta HAK-PARê jî  ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.

Di hevdîtinê dali ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser peywendîyên herdu partîyan û peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da heyetên PAK û HAK-PARê bîr û rayên xwe bi hevdu re parve kirin.

Heyetên PAK û HAK-PARê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman.

05.06.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle