Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê li Amedê seredanaSerokê GUNSIADê kir

.

Îro(02.09.2023) heyeta TDK-TEVGERê û PAKê li Amedê seredana Serokê GUNSIADê(Komeleya Karsaz û Weberhênanên Başûrê Rojhilat) Rêzdar Şahîsmaîl Bedîrhanoglu kir.

Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Berdevkên TDK-TEVGERê Rifat Sefali û Cano Amedî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Alî Yilmaz pêk hatibû.

Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê, Rêzdar Şahîsmaîl Bedîrhanoglu û Rêveberîya GUNSIADê dawetî kongreya yekitîyê ya TDK-TEVGERê û PAKê kir.

Rêzdar Şahîsmaîl Bedîrhanoglu bi awayekî germ pêşewazîya heyeta TDK-TEVGERê û PAKê kir û got dê beşdarî kongreyê bibin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle