Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê li Amedê seredana Paltforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê Kir

.

Roja 06.09.2023an heyeta TDK-TEVGERê û PAKê li Amedê , li ŞIVÎDERê( Komeleyan Şirnexê û Navçeyên Wê) seredana Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê Kir

Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Berdevkên TDK-TEVGERê Rifat Sefali û Cano Amedî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran pêk hatibû.

Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê ji 14 komeleyên herêmî pêk tê.

Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê, ji serok û rêvebirên van Komeleyan pêk hatibû:Sekreterê Platforma Komeleyên Li Diyarbekirê , Komeleya Şêx Seîd, Komeleya Astengderan, Komeleya Şirnexê û Navçeyên Wê(ŞIVİDER), Komeleya Farqînyan, Komeleya Mazîdaxîyan, Komeleya Hezroyan,Komeleya Omerîyan,

Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê, bi awayekî germ pêşewazîya heyeta PAKê û TDK-TEVGERê kir.

Heyeta TDK-TEVGERê û PAKê di derbarê yekitîya PAKê û TDK-TEVGERê da agahdarî da û Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê dawetî kongreya yekitîyê ya TDK-TEVGERê û PAKê kir.

Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê gotin emê beşdarî kongreyê bibin.

Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê bi minasebeta vê seredanê pênû dîyarîyî heyeta PAKê û TDK-TEVGERê kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle