Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir

.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji rêzdaran Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba û endamê Komîteya Birevibir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun pêk hatî, roja 12.08.2025ê, li Enqereyê seredana sîyasetmedarê kurd, Serokê Weqfa Rêya Azadî, sîyasetmedarê kurd rêzdar Kemal Bûrkay kir.

Serokê Weqfa Rêya Azadî rêzdar Kemal Bûrkay, bixêrhatina heyeta PWKyê kir û ji ber vê seredanê spasîya heyete kir.

Heyeta PWKyê jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya rêzdar Kemal Bûrkay kir.

Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustafa Ozçelîk, heyeta PWKyê da nasîn û di derbarê ava kirina PWKyê de agahdarî da.

Paşê rêzdar Kemal Bûrkay û heyeta PWKyê,  di derbarê pêvajoya heyî û rewşa giştî ya Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û beşên din ên Kurdistanê de, di derbarê  hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî de bîr û rayên xwe anîn zimên.

Di hevdîtinê de, di derbarê geşbûna têkoşîna neteweyî ya demokratîk, hewildanên yekîtî û tifaqê, pirsgirên û geşedanan ji salên 1960î heta roja me ya îro li Bakurê Kurdistanê rûdane de, gotûbêj û nirxandinek berfireh hat kirin.

Hevdîtina heyeta PWKyê û rêzdar Kemal Bûrkay di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû. Herdu alîyan jî bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya hevdîtinên bi vî rengî.

Rêzdar Kemal Bûrkay, di dawîya hevdîtinê de, pirtûka xwe ya ji 5 cîldan pêk tê ku bîranînên wî dihewîne îmze kir û wek diyarî pêşkêşî heyeta PWKyê kir.

12.08.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK