Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay  û Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWK yê Îsmaîl Ay, Yûsûf Aydin, Mehmet Alî Yilmaz, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Osman Kiran, roja 01.07.2025ê, li Amedê seredana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kirin.

Serokê Giştî PSKyê Bayram Bozyel û rêvebirin PSKyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyeta PWKyê li dar xistina kongreya PSKyê pîroz kir û ji rêzdar Bayram Bozyel û rêvebirîya nû ya PSKyê re serkeftin xwest.

Heyeta PSKyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.

Heyetên herdu partîyan li ser rewşa giştî ya Kurdistan, Tirkîye û Rojhilata Navîn û girîngîya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina heyeta PWK û PSKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

01.07.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye