Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana DTSOyê Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê( PWK) Mustafa Ozçelîk, li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Merd Baran Bozkan û Mehmet Alî Yilmaz,  roja pêncşemê, 22.05.2025, li Amedê seredana  DTSOyê (Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê) kirin.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û rêvebirên DTSOyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya Serokê DTSOyê kir û di derbarê xebatên PWKyê de agahdarî da.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên DTSOyê de agahdarî da.

Heyetên PWK û DTSOyê, li ser pêşhateyên vê dawîyê yên li Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û bawerîyên xwe anîn zimên.

Hevdîtina heyetên PWK û DTSOyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK