Heyeta Platforma Yekitîya Jinên Kurd Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir

.

Ji ber ku PAKê Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2022yê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû, polîsên Emnîyeta Amedê li ser daxwaza Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Amedê û bi biryara dadgehê roja 19.12.2002yê avêtibûn ser avahîya PAKê. Di vê êrîşê da polîsan dest danîbûn ser kompîtirên PAKê , hemû Alayên Kurdistanê, hinek pirtûk û kovaran.

Heyeteke Platforma Yekitîya Jinên Kurd roja duşemê, 26.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Heyeta Platforma Yekitîya Jinên Kurd ji Sevîm Bîçîcî, Zînet Dînçer, Nesrîn Askar pêk hatibû.

Rêvebirên Komîsyona Jinan a PAKê Neşe Tîmûr, Nebahat Yilmaz, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Berdevkê PAKê, pêşewazîya heyeta Platforma Yekitîya Jinên Kurd kirin.

Heyeta Platforma Yekitîya Jinên Kurd, di vê seredanê da got ‘’Em vê êrîşa ku li PAKê û li Alaya Kurdistanê hatîye kirin protesto dikin û em pişgirîya we dikin'’.

Rêvebira Komîsyona Jinan a PAKê Neşe Tîmûr jî , li ser navê PAKîyan, ji ber vê seredanê û ji ber vê piştgirîya wan a dostane spasîya heyeta Platforma Yekitîya Jinên Kurd kir.

Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

26.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?