Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

Roja şemîyê, 11.11.2023yê, heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê, seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê ji 14 komeleyên herêmî pêk tê.

Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê, ji serok û rêvebirên van komeleyan pêk hatibû: Serokê Komeleya Şirnexê û Navçeyên Wê(ŞIVİDER) Azîz Ozalp, Serokê Giştî yê Platforma Komeleyên Li Diyarbekirê Nûsret Îla , Rêvebirê Komeleya Şêx Seîd Zahît Çîftkûran, Serokê Komeleya Farqînyan Mehmet Çelîker, Serokê Komeleya Omerîyan Osman Başkan.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba, Mehmet Can Azbay û rêveberên PWKyê pêşewazîya heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê kirin.

Heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê, ji bo pîroz kirina damezrandina PWKyê û herweha ji bo îadeyî zîyareta ku PAK û TDK-TEVGERê berî kongreya yekitîyê li Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê kiribûn, ev seredana pêk anî.

Heyeta PWKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê kir.

Heyeta PWKyê û heyeta Platforma Komeleyên Herêmî yên li Amedê girîngîya berdewamîya peywendîyên herdu alîyan anîn zimên.

Hevdîtin di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

11.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir
Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin
Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû
Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin
Huseyîn Çelîk: Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?