Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) Li Stenbolê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî(ÎBV) Kir

.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) Li Stenbolê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî(ÎBV) Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) ku ji Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor û rêvebirên PWKyê pêk hatibû, roja şemîyê, 09.12.2023yê, li Stenbolê seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî( ÎBV) kirin.

Mamosteyê hêja Îsmaîl Beşîkçî û Serokê ÎBVyê Îbrahîm Gurbuz pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz kir.

Heyeta PWKyê di derbarê kongreya yekitîyê ya PAK û TDK-TEVGERê û avakirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) û di derbarê bîr û bawerî û bernameya PWKyê de agahdarî dan.

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz bi awayekî erênî pêşewazîya avabûna PWKyê û xebata li ser sîyaseta Kurdistanî kirin.

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî bi taybetî bal kişand ser axaftin û fêrbûna zimanê kurdî û got "Divê Kurd di nava xwe de bi kurdî biaxivin. Bi taybetî jî berpirsiyarîke mezin dikeve ser milên dayikên Kurd".

Îbrahîm Gurbuz jî girîngîya pêşde xistina hişmendîya neteweyî anî zimên û bal kişand ser pêwîstîya perwerde û fêrbûna kurdî, dîrok û erdnîgarîya Kurdistanê.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz di atmosfereke berhemdar û dostane de derbas bû.

09.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn