Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Gel Polîtburoya PDKyê Civînek Pêk Anî

.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 14.11.2023yê li Pîrmam, li gel Desteya Kargerî ya Polîtburoya PDKyê Civîya.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Mehmet Can Azbay û Rêzdar Vahît Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê Rêzdar Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partîyê û endama Komîteya Ewropayê Rêzdar Seval Mert pêk hatibû.

Heyeta PDKyê ya ji endamên Desteya Kargerî ya Polîtburoya PDKyê Rêzdar Fazil Mîranî, Rêzdar Azad Berwearî, Rezdar Sîdad Barzanî, Rêzdar Hoşyar Zêbarî, Rêzdar Mehmûd Mihemed û Berpirsê Peywendîyên Giştî Rêzdar Cafer Emînkî pêk hatibû pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Li ser navê Mekteb Sîyasî ya PDKyê Rêzdar Fazil Mîranî bixêrhatina heyeta PWKyê kir. Rêzdar Fazil Mîranî di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, di derbarê girîngîya peywendîyên di nav Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û bawerîyên PDKyê anî zimên û bal kişand ser girîngîya rêyên aştîyane di çareserîya pirsa Kurd de li her perçeyekî Kurdistanê de.

Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya Polîtburoya PDKyê kir û heyeta partîya xwe da nasîn.

Rêzdar Mustafa Ozçelîk di derbarê kongreya damezrandina PWKyê û bîr û bawerî û sîyasetên wê de , di derbarê bernameya PWKyê ya ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl yên miletê Kurd û rewşa Bakurê Kurdistanê de agahdarî da. Herweha PDK wek partîyeke dost û bira pênase kir û girîngî û pêwîstîya berdewamîya peywendîyên PDK û PWKyê anî zimên.

Endamên heyeta PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, Baran Boskan, Seval Mert û Orhan Kaya jî di derbarê xebat û bîr û bawerîyên PWKyê agahdarî dan.

Peywendî û hemahengîya di nevbera herdu partîyan de jî mijareke din ya hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Komîteya Kargerî ya Polîtburoya PDKyê bû.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Komîteya Kargerî ya Polîtburoya PDKyê di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.

15.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de