Heyeta PAKê li Stenbolê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, KURD-KAV û Nûbiharê Kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun, roja 02.06.2022yê li Stenbolê seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, KURD-KAV û Nûbiharê kirin.

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Rêzdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî û rêvebirên Weqfê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li KURD-KAVê , Serokê KURD-KAVê Rêzdar Abdurahîm Delî û rêvebirên KURD-KAVê birêzan Semra Arcan Gokçen, Fusûn Parlak Kiliçalp û Farûk Durre pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li Weşanxane û Kovara Nûbiharê, xwedîyê Nûbiharê Rêzdar Suleyman Çevîk û rêvebirên weşanxaneyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di hersê seredanan da jî, li ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser pirsgirêk û astengîyên li ber xebatên sîyasî, kulturî, weşangerî û rewşenbîrî, sohbet û dan û sitendinên berhemdar pêk hatin.

Heyeta PAKê ji ber pêşwazî kirina wan a germ û dostane, spasîya hersê dezgehan kir.

Mamosteyê Rêzdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, Serokê KURD-KAVê Rêzdar Abdurahîm Delî û rêvebirên weqfê û Rêzdar Suleyman Çevîk jî cuda cuda ji ber vê seredana heyeta PAKê kêfxweşî û spasîyên xwe anîn ziman.

02.06.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN