Heyeta PAKê Li Amedê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Kir

.

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 18.04.2022yê li Amedê seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî kir.Heyeta PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Vahît Aba, Endamê Komîteya Birevebir a PAKê Mîrza Akar, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran pêk hatibû.

Nûnerê Amedê yê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Nezîr Cibo pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê, ji ber wazîfeya wî ya nûneratîya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê Nezîrê Cibo pîroz kir.

Nezirê Cibo jî spasîya heyeta PAKê kir.

Nezîrê Cibo di derbarê xebatên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de agahdarî da.

Heyeta PAKê piştgirîya xwe ji bo Weqfa Îsmaîl Beşîkçî nîşan da.

Hevdîtina heyata PAKê û nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle