Heyeta PAKê Li Amedê Seredana PSKyê Kir

.

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Mehmet Dortyama û rêvebirê PAKê Îsmaîl Edîş pêkahatî, roja 05.11.2022yê li Amedê seredana PSKyê(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) kir.

Serokê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê pêştir ê PSKyê Mesût Tek û rêvebirên PSKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li ser navê heyeta PAKê Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba pîrozbahî li Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û li Meclîsa Partîyê ya nû ya PSKyê kirin, serkeftin ji wan ra xwestin.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel jî ji ber vê seredanê û ji ber beşdarîya PAKê ya kongreya PSKyê, ji ber peyama pîrozbahîyê ya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk spasîya heyeta PAKê kir.

05.11.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt