Heyeta PAKê Li Amedê Seredana K24 TVyê Kir

.

Heyeteke PAKê ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr, Vahît Aba û Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran pêk hatî, roja 15.03.2022yê li Amedê seredana buroya kurdistan24 Tvyê kir û piştgirîya xwe ji bo K24 TVyê nîşan dan.

Berpirsê Ofîsa Amedê ya K24TVyê Hasan Kosen û xebatkarên K24 TVyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê got ‘’ Em êrîşa Dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê rûreş dikin. Divê dost û dijminên gelê me baş bizanibin ku, gelê Kurdistanê li himberî êrîşên terorîstan û planên hevalbendên terorîstan jî , li himberî êrîşa Dewleta Îranê jî dê serê xwe netewîne.Tu êrîş û planên dijminan dê nikaribe rê li ber azadî û serkeftina Kurdistanê bigire. Tu hêzên terorîstan û yên Dewleta Îranê dê nikaribe dengê azad yê çapemenîya Kurdistanê jî bibire. Em ji hemû rêvebir, xebatkar û kedkarên Telewîzyona KURDISTAN24ê re, ji gelê me yê Hewlêrê re dibêjin derbasbûyî be, em li gel kedkarên Telewîzyona K24ê ne, em li gel xelkê xwe ne’’.

Berpirsê Ofîsa Amedê ya K24TVyê Hasan Kosen û xebatkarên K24 TVyê jî ji ber vê seredanê û ji ber piştgirîya PAKê ya ji bo K24 TVyê spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kirin.

15.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin