Heyeteke PAKê ku ji Cîhgîrên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Nurullah Timur û Vahit Aba, Berdevkê PAKê birêz Hanifi Turan, endamê Meclîsa PAKê Birêz Abdullah Polat pêk hatî, roja 31.01.2022yê seredana Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kirin.
Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Abdullah Çelebî, Paşa Akdogan, û Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Birêz Vasif Kahraman pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Di vê seredanê de heyeta PAKê pîrozbahîya Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê yê nû Birêz Vasif Kahraman û rêvebirîya nû ya Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kir.
Heyetên PAKê û HAK-PARê di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hevdu kirin.
Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.
31.01.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle