Heyeta PAKê li Amedê Seredana Baroya Amedê Kir

.

PAKê ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk , Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Dortyama pêk hatî, roja 25.10.2022yê, li Amedê seredana Baroya Amedê kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Cîhgirê Serokê Baroyê Mehdî Ozdemîr, Sekreterê Giştî yê Baroyê Serdar Ozer pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta baroyê kir û serok û rêveberîya nû ya baroyê pîroz kir.

Mustafa Ozçelîk xebat û helwestên baroyê bi awayekî erênî nirxand, piştgirîya xwe pêşkêşî rêveberîya nû ya baroyê kir.

Mustafa Ozçelîk, daxwaz ji Baroya Amedê kir ku, Baro di doza girtina PAKê ya ku ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatîye vekirin da, bibe alîyê sêyem ê mudaxîl.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bixêrhatina heyeta PAKê kir.

Nahît Eren, bi awayekî êrênî pêşewazîya daxwaza ku baro di doza girtina PAKê da bibe alîyê sêyem ê mudaxîl kir û got ‘’Hûn hemû dosyaya doza girtina PAKê ji me ra bînin, emê jî wek alîyê mudaxîl beşdarî dozê bibin’’.

Heyeta PAKê ji ber vê helwesta baroyê spasîya rêveberîya baroyê kir û got ‘’di demeke herî nêz da emê dosyayê bigihînin ber destê we’’.

Heyetên PAKê û Baroya Amedê di derbarê rewş û pêvajoya heyî da bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina Heyeta PAKê û Baroya Amedê di atmosfereke dostane da derbas bû.

25.10.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle