Heyeta PAKê  bi boneya roja rojnamegerîya Kurdistanê seredana Kurdistan TV, Kurdistan 24 û Rûdawê kir

.

Di roja 22.04.2022an de heyetekî Partîya Azadîya Kurdistanê/PAKê ku ji cîgirên serokê giştî ya PAKê Vahit Aba û Kasım Ergun, endamê rêveberîya PAKê Mirza Akar, berdevkê PAKê Henifî Tûran, endamên meclîsa PAKê Salih Kaplan û Husnî Onûk û endamê PAKê Îsmaîl Enîş bı boneya pîrozkirina 124hemîn salroja Rojnamegerîya Kurdî bı destegulan seredana Kurdistan TV, Kurdistan 24 û Rûdawê kirin û roja rojnamegerîya wana pîroz kirin.

Heyet, ji alîyê berpirs û karmendên her se (Kurdistan TV, Kurdistan 24 û Rûdaw) sazîyên ragihandinê ve bi dilxweşî hatin pêşwazî kirinê.

Heyet û berpirs û karmendên sazîyên ragihandinê, di behsa xwe yên di derbarê qonaxa ragihandina kurdî ya duho û îroyîn de hemfikir bûn. 

Herwiha, mêvan û mazûvan di derbarê bûyer/rûdawên îro de jî gelek gotûbêjên bi bandor kirin.

Heyet, pêş ku xatir bixwaze, careki din anî bira wana ku sibê dê li navenda teşkîlata PAKê de bi boneya 124hemîn salroja roja rojnamegerîya Kurdî di 23.04.2022 saet 13.00 de  semînereki bi moderatorîya Henifî Tûran ji alîyê Saîd Veroj û Ahmed Kanî ve were lidarxistine û ew jî vexwendine.

Di xatir xwestinê de jî berpirs û karmendên her sê sazîyên ragihandinê bi sipasî û kêfxweşî mêvanên xwe birê kirin.

Rûpela nû/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Civîna du rojî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya Stenbolê tê lidarxistin
Israel Katz haydariyê dide Hizbulaha Libnanê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk, peyama pîrozbahîyê ji Serokê PSKê Bayram Bozyel re şand
Hebûna leşkerî ya Amerîkayê: Li kîjan welatî çend baregeh hene?
Encûmena Wezîran: Herêma Kurdistanê bo ti aliyekî nabe sedema gefan