Heyeta hevpar ya PAK, PSK ûTDK-Tevgerê îro li Îzmîrê seredana Komela Hiqûqnasên ji bo Azadîyê ya li Îzmîrê kirin

.

Heyta Hevpar ya ku ji PAK, TDK-Tevger û PSKê pêkhatî bi armanca danasîna Daxwazên Zû yên pirsa Kurdî û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan seredanên xwe didomînin.

Heyeta Hevpar ya PSK, TDK-Tevger û PAKê, îro jî li bajarê Îzmîrê ya Tirkîyê seredana Komela Hiqûqnasên ji bo Azadîyê ya li Îzmîrê kirin.

Serokê Komela Hiqûqnasên ji bo Azadîyê ya li Îzmîrê Welat Zeren bi çend rêvebirên Komelê ve pêşwazîya heyeta hevpar ya ji PAK, TDK-TEVGER û PSKê pêkhatî kirin.


Li gor agahîyên ku gihîştine Rûpela Nû: Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Zû yên Kurdan zanyarî dan û reşnivîsa ku ji daxwazên xwe yên pirsa Kurdî ya Zû/acîl hatiye amadekirinê pêşkêşê mazûvanan kirin.

Serokê Komela Hiqûqnasên ji bo Azadîyê ya li Îzmîrê Welat Zeren jî, da zanîn ku ev daxwazên we daxwazên mene jî. Û Em ji serî heta binê wekhev difikirin. Û di warê cîbicî kirina van daxwazan çi bikeve serwana amadene ku bicîh bînin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKê girtîye; Ewê li gor bîr û rayên van hevdîtinên hanê yên ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkîyeyê bi Partî, Sazîyên svîl, Rûspî, û tevgeran re pêktînin, dê ji bo daxwazên zû/acîl yên pirsa Kurd, rêbazekî derxin û dê hewl bidin li gor wî rêbazî hevkarîyekî berfireh pêkbînin.

Piştê hevdîtina dan û standinên bîr û rayan ya bi ahng, daxwaz hate kirinê ku ev hevdînên hanê berdewambin.

RN/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN