Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  îro jî li Mêrdîn û Qoserê seredana  sazîyên sivîl kirin

.

Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  îro jî li Mêrdîn û Qoserê seredana  sazîyên sivîl kirin

Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê, îro 29.03.2022yê li Mêrdîn û Qoserê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..

Roja 29.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê serdana Komela Tuxûbîyan(Omerîyan), Yekîtîya Rojnamevanên Mezopotamîya, Komela Rojnamevan û Nivîkarên Qoserê û Sendîkaya Perwerdehê/Egitim Senê kirin.

Heyta Hevbeş ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û Endamê Meclîsa PAKê Şêxmûs Unal, Endamê reveberîya TDK-TEVGERê Kemal Adar û Serokê  Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê   Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên  sazîyên sivîl û rûsipîyan,   pêşî serdana 5 sazî û dezgehên sivîl kirin.

Berdevkê heyetê ji Rûpela Nû re eşkere kirin ku: Heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî  Bernameya Daxwazên Acîl   pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine. Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl  wek pêşnîyarî bibînîn û gotine  "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".


Berpirsên sazî û dezgehên sivîl jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotine ewê  pêşniyarên xwe  pêşkêşê wana bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.


Rûpela Nû/Mêrdîn

Bixwîne: Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  li Mêrdîn û Qoserê seredana  sazîyên sivîl kirin

 

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî