Heyeta Hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê Seredana Partîya Demokrat a Kurd(PDK) Kir

.

Roja 25ê Adara 2022yê  heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê, ku ji Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û Berdevkê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin pêkhatibû, li Amedê seredana Partîya Demokrat a Kurd(PDK) kir.

Serokê PDKyê Reşît Akici û rêvebirên PDKyê Suheyla Bingol, Hasan Yapmaz, M. Sukru Aslan, Ramazan Esenkuş û Nayif Aslan  pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Li gorî agahdarîyên ku Rûpela Nû ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba wergirtine, heyeta hevbeş resnivîsa Bernameya Daxwazên Acîl ya li jêr navê “Ji bo Rê Li Ber Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê Vebe, Werin Em Li Ser Daxwazên Xwe Yên Acîl Hêza bikin Yek”  pêşkêşî rêvebirên PDKyê kirîye. Vahît Aba dibêje me ji rêvebirên PDKyê re got: ‘’Piştî em pêşniyarî û fikrên we jî bigirin, em dixwazin bi potansîyela herî berfireh a kurdan re Alîyê Kurdî bê ava kirin’’.

Di derbarê helwesta PDKyê de jî Vahît Aba ev agahdarî da Rûpela Nû: ‘’Serokê PDKyê Reşit Akici jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kir û ji bo xebatên hevbeş xweşhalîya xwe eşkere kir. Reşît Akici got emê vê pêşniyarîya we  di rêvebirîya partîya xwe de binirxînin’’.

 

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin