Heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Semsûrê(Adiyaman), Mereş, Entab, Hetayê  bûn

.

Heyeteke hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê rojên 11 û 12ê Sibata 2023ê  li Semsûrê(Adiyaman) ,Golbaşi,Pazarcik, Mereş, Entab, Îslahîye û Hetayê  seredana kavilên erdhejê  û mexdûrên erdhejê kirin.

Heyeta hevbeş a , PAK, PSK, TDK-TEVGERê ji Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê TDK-TEVGER ê Cano Amedî, endamên  Meclîsa Partîyê ya PAKê Suleyman Aliş û Kadîr Sumer,  rêvebirê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn rêvebirên PSKyê Tayîb Kizilyildiz û Yûsûf Uzmez pêk hatibû.

Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Semsûrê seredana konê KKPyê jî kir.

Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Entabê seredana şîna parêzerê welatperwerê Kurd Haydar Çîrkîn kir. Keça parêzerê Kurd Haydar Çîrkîn di erdhejê da jîyana xwe ji dest dabû.

Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Îslahîyeyê seredana şîna welatperwerê Kurd Omer Ozmen û hevjîna wî nivîskara welatperwera Kurd Vera Koyî kir. Bavê Vera Koyî di erdhejê da jîyana xwe ji dest dabû.

Di derbare vê seredana Heyeta hevbeş a , PAK, PSK, TDK-TEVGERê dê raporek bê amade kirin û dê bi raya giştî ra parve kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle