Heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Meletê bûn

.

Heyeteke hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê roa 14ê Sibata 2023ê li Meletê seredana kavilên erdhejê û Navenda Koordinasyonê ya Hevbeş ya Alîkarîyê ya TMMOB( Yekitîya Odeyên Mîmar û Mihendîsan) û KESK a Meletê kirin.

Heyeta hevbeş a , PAK, PSK, TDK-TEVGERê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Berdevkê TDK-TEVGER ê Cano Amedî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê M.Alî Yilmaz, rêvebirê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PSKyê Ahmet Kilil, endamê PSKyê Davût Ekîncî pêk hatibû.

Heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Meletê seredena kavilên avahîyên ku di erdhejê da têkçibûn kirin.

Heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê paşê seredana Navenda Koordinasyonê ya Hevbeş ya Alîkarîyê ya TMMOB( Yekitîya Odeyên Mîmar û Mihendîsan) û KESK a Meletê kirin.Li wê derê berpirsên herdu dezgehan, di dervarê erdheja Neketê, encamên wê û xebatên xwe yên ji bo mexdûrên erdhejê da agahdarîyên girîng û berfireh dan.

Herweha Serokê Teşkîlata Meletê ya KKPyê Halil Goktaş jî di derbarê tesîra erdhejê ya li Meletê û rewşa gel da agahdarî da eyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê.

Gelek avahîyên ku xerabûne yan jî xesareke mezin dîtine hene.

Li Meletê yên canê xwe ji dest dane, ji 1300 kesî, yên birîndar ji 5 hezar kesî zêdetir in.Lê hîna jî negihîştine gelek cîhan.

Herweha pêwîstî bi kabîn, çadirên zivistanê, sobe, êzing, komir, beqlîyatan û ava vexwarinê ve heye.

Di derbare hemû seredanên heyeta hevbeş a , PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên li cîhên ku erdhej lê çêbûne da, dê raporek bê amade kirin û dê bi raya giştî ra bê parve kirin.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin