Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel heyeteke DEM Partiyê û hejmarek siyasetmedarên Kurd civiya.
Heyetê amaje bi wê yekê kir ku ji bo pêvajoya aştiyê, ew li benda berdewamiya piştgirî û hevkariya Serokê Herêma Kurdistanê ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê heyeta DEM Partiyê û hejmarek siyasetmedarên Kurd ku beşdarî merasîma danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê bûbûn pêşwazî kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de "heyetê spasi û pêzanîna xwe ji bo rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî di oxira serxistina pêvajoya aştiyê de li Tirkiyeyê anî ziman.
Her wiha tekez kir ku ji bo pêngavên dahatû û serxistina pêvajoyê, ew li benda berdewamiya piştgirî û hevkariya wî ne."
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya xurtkirina hewlan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê kir û pesnê pêngava îro ya danîna çekan a gerîlayên PKKyê da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî " spasiya xwe ji bo hewlên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ên ji bo serxistina pêvajoyê dubare kir."
Wekî ku di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat destnişankirin, her du aliyan tekez kir ku "aştî di berjewendiya hemû aliyan, Tirkiye û tevahiya herêmê de ye.
Ji bo vê mebestê divê her kes piştgiriyeke tam bide pêvajoyê. Her wiha hev nêrîn bûn ku pêngavên dahatû dê pêvajoyê zêdetir bi pêş bixin."
Di dawiya hevdîtinê de, heyeta DEM Partiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, ji bo wan alîkarî û hêsankariyan ku ji her alî ve ji bo birêveçûn û serxistina merasîma îro ya danîna çekan pêşkêş kiribûn.