Heyeta Amerîka û heyeta wezareta Pêşmerge civiyan

.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, bi heyeta xwe ya wezaretê ve û heyeta di bin serpereştiya cîgira wezîrê Amerîkayê yê bergiriyê Dana Stroul de, li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê civiyan. Ragihandin ji aliyê wezareta Pêşmerge de hat kirin. Dana Stroul ji karên wezareta bergiriyê yên Rojhilata Navîn yên Amerîkayê berpirse.

Stroul, di axaftina xwe de ragihand ku ew destekê didin reformên wezareta Pêşmerge û wê desteka wan ji bo Pêşmerge dewam bike. Di hevdîtinê de li ser talûka DEAŞ ê, rola artêşa Iraqê û desteka koalisyona navdewletî, behsa reformên di wezareta Pêşmerge de, rewşa Iraqê û herêmê ya siyasî û leşkerî hat kirin.

Stroul, di hevdîtinê de silavên wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin gihand wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û pesnê hêzên Pêşmerge di ewlehiya herêmê de bilind nirxand. Her weha Amerîka xwestiye ku herêm di aramiyê de û ji terorê safîkirî dewam bike û wê Amerîka bi Pêşmerge û artêşa Iraqê re xebata xwe dewam bike.

Di civîna heyetan de, li ser tijekirina ewlehiya herêmên ku di wan de ewlehî kême, têkiliyên navbera wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriya Iraqê, avakirina 2 tûxayên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat axaftin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin