‘Heyet Tehrîr el Şam li Efrînê 3 kes kuştin û 6 kes revandin’

.

Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku Heyet Tehrîr el Şam ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gelek binpêkariyan dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, Heyet Tehrîr el Şam çekdarên xwe bi rêya “Dazgeha Ewlehiya Giştî” ya ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li Efrîn û gundewarê bakurê rojavayê Helebê belav kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya grûpên çekdar ên Firqeya Hemze, Silêman Şah û Sultan Murad û çend grûpên din, li Efrînê binpêkariyan dike. Weke mînak, wan grûpan 6 welatiyên Kurd li Efrînê girtine û cih û çarenivîsa wan ne diyar in. Hevdem bi sedema şer û pevçûnên navbera Heyet Tehrîr el Şam û Feyleqa Sêyem, du jin û zarokek hatine kuştin.

Heyet Tehrîr el Şam herwiha bac, heta rêjeya %60 li ser berhema zeyt û zeytûnan li ser gundên Efrînê sepandine, di nav de hejmarek ji gundên her yekî ji bajarokê: Mabata, Şiyê, Reco û Bilbilê.

Ji 13yê Cotmeha 2022yan ve, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya grûpên Hemzat, Emşat û Ehrar El-Şam dest danî ser bajarê Efrînê û gundewarê derdorê û çekdarên Feyleqa Sêyem û hejmarek ji grûpên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya ser bi Tirkyê, ji Efrînê derketin û li Ezaza rojhilatê Efrînê, bicih bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin