Heyet Tehrîr El-Şam derbasî nava bajarê Efrînê bû

.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Heyet Tehrîr El-Şam û grûpa "Silêman Şah" îro 13ê Comeha 2022am derbasî nav bajarê Efrînê bû û taxa Mehmûdiyê bê şer pevçûn kontrol kirin, piştî ku grûpa Cebhe El-Şamiyê ji wê vekişiya bajarê Ezazê.

Li gorî Rewangehê, egera wê heye ku hemû grûpên din ji bajarê Efrînê vekişin û wê radestî Heyet Tehrîr El-Şam bikin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên Tehrîr El-Şam bê şer derbasî taxê bûn û di nava taxê re derbas bûn û tekbîr kirin û hişyarî dane welatiyan ku ji malên xwe dernekevin.

Wî jêderî amaje bi wê jî da, tirseke mezin di nava xelkê Efrînê de çêbûye û hemû kes di malên xwe de mane.

Ev yek piştî wê tê, şeva borî Heyet Tehrîr El-Şam karî bû derbasî bajarokên Mabeta û Cindirêsê bibin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de,  ev cara yekem e Tehrîr El-Şam derbasî nav bajarê Efrînê dibe.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle