Heyder Şeşo: Li her cihekî desthilata Heşda Şeibî hebe PKKê lê ye

.

 Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo radigihîne, li her cihekî desthilata Heşda Şeibî hebe, PKKê lê ye û hevkarî û hevahengiyê bi hev re dikin.

Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, ji sala 2017an ve her dema hikûmeta Iraqê xwastiye ku îdareya rewa ya Şingalê vegere wî bajarî, grûp û mîlîşyayên çekdar li dijî wê yekê derdikevin, piştevaniya PKKê dikin û aloziyan dirust dikin.

Şeşo got jî: “Heşda Şeibî û PKKê aloziyan li hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derdixin. PKK li Şingalê, Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê jî heye, li her cihekî desthilata Heşda Şeibî hebe, PKKê lê heye û hevkarî û hevahengiyê bi hev re dikin.”

Şeşo got jî: Hebûna PKKê li Şingalê, planek li dijî îradeya xelkê Şingalê ye û hemû alî li hember derxistina PKKê ji Şingalê ne cidî ne. Dixwazin Şingal wek Efrîn û Serê Kaniyê lê were.”

Fermandarê Hêza Êzdîxanê destnîşan kir, divê Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên navdewletî, karesata bi serê xelkê Şingalê de hatiye, li ber çav bigirin. 

Herwiha got: “Bi dîtina me, Hikûmeta Iraqê dikare di heyama mehekê de ku PKK li Şingalê nemîne û dikare di mehekê de rêkeftina Şingalê cibicî bike û xelkê Şingalê qerebû bike.”

Şeşo tekez kir: “Şingal perçeyek ji xaka Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ber Şingalê de berpirs e û divê xwedî lê derkeve, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir ji xelkê Şingalê dengê xwe da lîsteya Kurdistanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê.”

K24

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin