Heyata PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê Kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Temo Ayas, roja 17.01.2023yê li Hewlêrê seredana Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê kirin.

Berpirsê Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê Rêzdar Serbest Lezgîn û endamên Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Berpirsê Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê Rêzdar Serbest Lezgîn ji ber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Serbest Lezgîn kir û ji ber wazîfeya cenabê wî ya endamtîya Mekteb Sîyasî ya PDKyê û Berpirsyarîya Mekteba Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê Rêzdar Serbest Lezgîn pîroz kir.

Heyeta PAKê û Rêzdar Serbest Lezgîn di derbarê rewşa giştî ya Başûr û Bakurê Kurdistanê da û ji bo pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan bîr û rayên xwe anîn zimên.

Hevdîtina heyetên PDKyê û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.

17.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?