HEWLÊR - Dezgeha Riwangayê 20 hezar darên zeytûnan çandin

.

 Piştî du salan, projeya çandina 20 hezar şitilên zeytûnên Îspanî li Hewlêrê bi dawî bû.

Rêveberê Cîbicîkar ê Dezgeha Riwangeyê Hesen Şêx Eledîn got, "Di rojekê de dê bikarin 4 milyon lître oksîjenê berhev bikin."

Bi amadebûna Serokê Dezgeha Riwangeyê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û çend berpirsên hikûmetê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bidawîbûna projeya çandina 20 hezar şitilên zeytûnên Îspanî li Hewlêrê hat ragihandin.

Proje ji aliyê Dezgeha Riwangeyê ve bi hevkariya rêxistina GIZ a Almanî û Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê li bilindayiyên Kesnezana Hewlêrê hatiye pêkanîn.

Hesen Şêx Eledîn di merasîmê de axivî û got: "Ji sala 2023yan ve kar ji bo projeyê têne kirin û nîsana sala borî, 11 hezar dar ji aliyê rêxistina GIZ a Almanî ve ji dezgehê re hatine dabînkirin û dezgehê dest bi çandinê kiriye."

Li gorî gotinên Hesen Şêx Eledîn 9 hezar darên din ji aliyê Îdrîs Barzanî ve hatine dabînkirin û niha li vir 20 hezar darên zeytûnê hatine çandin.

Rêveberê Cîbicîkar ê Dezgeha Riwangayê eşkere kir ku  ji bilî parastina jîngehê ev 20 hezar dar dê di rojekê de karibin 4 milyon lître oksîjenê dabîn bikin ku ew miqdarê oksîjena pêdiviya neh hezar kesan dabîn dike.

Hesen Şêx Eledîn da zanîn ku heke 20 hezar dar bigihîjin hilberînê ew dê karibin 120 ton rûnê zeytûnê û 400 ton zeytûnan berhev bikin.

Şitil ji cureyê zeytûnên Îspanî hatine hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle