Hewlêr | %60ê qonaxa sêyem a projeya rêya 150 metrî temam bû

.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê Sasan Awnî, li Hewlêrê ligel tîma endezyariya projeya otorêya 150 metrî ya Hewlêrê civiya û tekegot, ev piroje yek ji projeyên stratejîk ên hikûmetê ye ku qonaxa sêyem niha %60 temam bûye û kar bi başî birêve diçe.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî Sasan Awnî li Hewlêrê pêşwazî li komîteya çavdêrî û tîma endazyarî ya projeya rêya 150 metrî ya Hewlêrê kir û pêşhatên projeyê şopand û piştevaniya hikûmetê ji bo temamkirina projeyê anî ziman û daxwaz ji tîma çavdêrî û endazyarên projeyê kir ku bi dilsozî û bi hûrî di projeyê de kar bikin.

Wezareta Şaredariyê eşkere kir ku komîteya çavdêriyê û tîma endazyarî ya rêya 150 metrî tekezî li ser karên heta niha di qonaxa sêyem a projeyê de ku rêya Hewlêr-Bahrkê heta Hewlêr-Gopalê digre gihîştine encamê.

Herwiha hat gotin: “Qonaxa sêyem a projeyê dê 550 rojan bidome, lê di kêmtirî sê mehan da, ji sedî 60ê kar bi dawî bûye û heta niha jî kar bi başî berdewam e.”

Sasan Awnî spasiya komîteya çavdêriya projeyê kir ku di demeke kin de kar kirine û got: “Projeya 150 metrî projeyek stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û yek ji destkeftan e. Divê hûn wek endezyar û çavdêrên projeyê xebatên xwe bi rêk û pêk bikin û projeyê bişopînin.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt