Hewl tê dayîn Sine wek 'Paytexta Newrozê' bê tomarkirin

.

Nûnerên rêxistina UNESCO îsal dibin mêvanên merasîma Newroza Sineya Rojhilatê Kurdistanê. Parêzgarê Sine jî dibêje, “Ev derfetek e ku Sine wek `Paytexta Newrozê` bê tomarkirin.”

Merasîmên taybet

Parêzarê Sine Îsmaîl Zarî Kuşa li ser mijarê ragihand, îsal bi boneya Newrozê 2 merasîmên taybet dê li Sine bên sazkirin û ev jî derfetek e ji bo nîşandana şiyana bajarê Sine.

Rêxistina Cîhanî ya Perwerdeyî, Zanistî û Çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) ve sala 2020an Sine wek `Paytexta Muzîkê` destnîşan kiribû.

Bajarê dahênerê muzîkê

Cîgirê Şaredarê Sine ji bo karûbarên çandî û civakî Serkewt Necefî, li ser merasîmên Newrozê yên îsal ên li Sine, ragihand, “em dê balê bikişînin ser wê yekê bajarê Sine ku wek `bajarê dahênerê muzîkê` li cîhanê naskirî ye, merasîmên me dê bi girîngdana bi muzîk û folklora navçeyê birêve biçin.”

Merasîmên Newrozê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê; roja 14ê vê mehê ji Tehranê destpê dikin û paşê li bajarên Hemedan û Kirmaşan berdewam dibin.

Bernameya Newrozê

Roja 17ê Adarê jî li bajarê Sine di çarçova karnavaleke mezin de merasîmeke taybet dê birêve biçe û li gor zanyariyên parêzgariya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê, nûnerên UNESCO jî dê tê de amade bin.

Li Akrêya ser bi Duhoka Başûrê Kurdistanê jî her sal merasîma Newrozê bi beşdariyeke zêde û coşeke mezin birêve diçe û her bi vê sedemê jî Akre wek `Paytexta Newrozê` tê binavkirin.

Her sal li her çar perçeyên Kurdistanê bi boneya Newrozê ahengên berfireh tên sazkirin û Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Çavkanî / Rudaw

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir