Hewîce - Hestiyên 17 Pêşmergeyan di gorekê de hatin dîtin

.

Tîma Neteweyî ya Gorên Bikom a Îraqê ragihand ku li Hewîceyê goreke bikom hatiye dîtin ku hestiyên 17 Pêşmergeyan tê de ne.

Birêvebiriya Giştî ya Saziya Dadweriya Bijîşkî ya Îraqê îro di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku goreke bikom a Pêşmergeyan hatiye dîtin.

Birêvebira Beşa Gorên Bikom Yasemîn Munzirê diyar kir, wan dest bi kampanyayekê kiriye da ku nimûneyan ji malbatên Pêşmergeyên şehîd kom bikin.

Yasemînê got ku vê xebatê li Hewlêrê du rojan ajotiye û diyar kir, "Hefteya pêşiya me kampanya dê biqede ku hemû malbatên li Hewlêrê li xwe digire.”

Wê eşkere kir, dê di demên pêşiya me de jî xebat bên kirin da ku gorên nû bên vedan ku hestiyên Pêşmergeyên şehîd di wan de ne.

Divê were gotin ku Hewîce qezayeke Kerkûkê ye.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc