Hevwelatiyên Belûç carek din serîhildan

.

Xelkê bajarên Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja Înê hatin ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandanek berfireh lidar xistin.

Li bajarên weke “Zahidan, Îranşehir, Duzap, Rasik, Çabihar, Xaş” û çendîn bajarên xwenîşandan hebû.

Her di vê pêwendiyê de li xwenîşandanên îro yên bajarên Sîstan û Belûçistanê de hejmarek zêde jin jî beşdar bûne û bi dengê bilind silogana “Çi bi hicab û çi bê hicab ber bi şoreşê ve diçîn” .

Herwisa weke ku li wê dîmenê de xuyaye li ser esmanê bajarê “Çabiharê” balafirên leşkerî diger in.

Li bajarê Zahidanê hêzên hov yên rejîmê bi guleyên saçimeyî û gazên rohndikrêz êrîşî ser xelkê kirin û çend kes jî birîndar bûne.

Herwisa di vê xwenîşandaên de hevwelatiyên Belûç li ser şeqaman silogana “Mirin bo dîktator” mirin bo Xamineyî dan, û bi bilindkirina pilakartan ku li ser hatibûne nivîsandin “Tehran bibe Kurdistan, Îran dibe Gulistan” “Para Belûça li Îranê tenê gule û îdam e”.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?