Hevserokên Şaredariya Patnosê yên HDPê hatin girtin

.

Hevserokên navçeya Patnosê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin girtin.

Hevserokên Şaredariya Patnosê yên HDPê 9ê Hezîranê 2023ê di oparasyonekê de ligel 3 kesên din li wê navçeyê ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Parêzgariya Agirî di derbarê desteserkirina wan de daxwiyaniyek dabû û ragihandibû, “Bi sedema ku di karê îhaleyê de sixtekarî kirine hevserokên şaredariya Patnosê û xebatkarên wê şaredariyê bi giştî 5 kes bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Patnosê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.”

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) jî derbarê desteserkirina hevserokên Şaredariya Patnosê de, daxuyaniyak dabû û ragihandibû; “Hevserokên şaredariya me û xebatkarên me yên şaredariyên yên ku hatine desteserkirin divê demildest werin berdan. Li dijî desteserkirina îradeya gel emdê heta dawiyê xebata xwe berdewam bikin.”

Piştî 3 rojan desteserkirina wan, îro hevserokên Şaredariya Patnosê yên HDPê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç bi biryara dadgehê hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê: Em tevlî dan û standinên li Parîsê nabin
Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Trump peymaneke aştiyê îmze kir
‘VÎYAN û WELAT’ - Dema roman trajediya Enfalê dike destaneke evîn û berxwedanê
Îlham Ehmed: Sûriyeya nû bêyî beşdariya pêkhateyan ava nabe
Dr. Murşid Xeznewî: Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina welatiyan amade bin