Hevserokên nû yên PYDyê hatin hilbijartin

.

Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên nû yên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

Di kongreya 10emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wekî hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Kongreya 10emîn a PYDyê di roja xwe duyemîn de bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk" berdewam dike.

Ji bilî rayêdarên Rojavayê Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, ji Rojavayê Kurdistanê, Heleb, Şam û Ewropayê 700 delegeyên partiyê beşdarî kongreyê bûn.

Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDyê.

Kongre piştî ku 90 endam ji bo Meclîsa Giştî ya PYDyê hat hilbijartin dê bi dawî bibe.

PYDyê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya 185 delegeyan Îlona 2003yan li dar xistibû.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê