Hevseroka Şaxa Îdirê ya DEM Partiyê hat girtin

.

Hevseroka Şaxa Îdirê ya DEM Partiyê Alya Akkuş piştî wergirtan îfadeyan hat girtin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê 18ê Sibata 2025an di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bi ser mala Alya Akkuşê de girt.

Alya Akkuş bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû desteserkirin û piştre ew şandibû parêzgeha Stenbolê.

Îro piştî kar û barên yasayî Hevseroka Şaxa Îdirê ya DEM Partiyê Alya Akkuş bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir girtîgehê.

Di nav vê hefteyê de li zêdeyî 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  bi "hinceta endamtî û alîkariya PKKyê" operasyon hatin kirin û zêdeyî 300 kes hatin desteserkirin û îro 30 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin