Hevseroka Komeleya DFGê û 4 rojnamvanên din hat girtin

.

Rojnamevan Sedat Yılmaz, Dicle Muftuoglu, Erol Balci, Abdurrahim Tanyeli û Ramazan Debe hatin girtin.

Di nav de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat (DFG) Dicle Muftuoglu, 18 kesên ku di lêpirsîna Serdozgeriya Enqerê de hatibûn desteserkirin, bo Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê hatin şandin. Dozger bo 15 kesan daxwaza girtinê û bo 3 kesan jî daxwaza kontrola edlî kiribû.

Dadgehê derbarê Hevseroka DFGê Dicle Muftuoglu, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz, Erol Balci, Abdurrahim Tanyeli û Ramazan Debe biryara girtinê da.

Hevjîna Sedat Yilmaz Selma Yilmaz û Cahit Kanbay, Cihan Guneş, Îsmail Adanmiş, Cahit Ablay, Mahmut Dogu, Devran Ak, Şemsettin Toprak, Mehmet Emin Yildirim, Cevdet Îsmailogulları, Hasan Ozhan, Evin Ozbek û Suat Karagoz bi şertên îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.

Sedat Yilmaz li pêş deriyê dadgehê got: “Dê sîstema talankar 10 rojên din biçe, hindik ma hilweşe.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle