Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya leşkerî ya hêzên Pêşmerge dubare kir

.

Hat ragihandin ku îro 1ê Hezîranê şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan, serdana Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir û piştevaniya leşkerî ya ji bo hêzên Pêşmerge dubare kir.

Di hevdîtina ku li Dîwana Wezareta Pêşmerge hat kirin de, li ser hevahengiya zêdetir û pêşvebirina beşên Wezareta Pêşmerge, li gor rênimayên projeyasaya çaksazî û alîkariya şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Herêma Kurdistanê, gotûbêj hate kirin.

Herwiha li ser pêngavên demên dawî yên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksaziyan hêzan de, şanda serbazî ya Hevpeymanan ragihand: “Pêngavên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekeyên cuda yên Pêşmerge de, cihê dilxweşiya hemûyan e.”

Şanda Hevpeymanan diyar kir, "Mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekên cuda yên Pêşmerge pêngaveke girîng û pêwîst e ji bo siberoja hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê.”

Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan di proseya çaksazî û perwerde û rahênanan de alîkarî û piştevaniya xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ