Hevpeymaniya Navdewletî mûşekên HIMARS birine Dêrezorê

.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê beşekî din ji rokêtên HIMARS gihandine gundewarê Dêre Zorê, li rojhilatê Sûriyê.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ii ser bihêzkirina binkeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Ragihandina Rêveberiya Xweser dibêje, roja Yekşemê 16 Tîrmeha 2023yan beşekî nû ji wan rokêtên Amerîkî gihiştine bingeha Heqil El-Omer a Petrolê li Dêre Zorê.

Berî çend rojan beşekî din ji wan ji wan rokêtên HIMARS ji bo bingeha Zeviya Xazê ya Konîko, li heman navçeyê hatibû şandin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014an de ji bo şerê li dijî DAIŞê hat damezrandin, ji hêzên 85 welatan pêk tên û ji 2015an ve li Rojavayê Kurdistanê dimînin.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir