Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê 210 endamên DAIŞê li Reqayê girtin

.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona li bajarê Reqayê de, 210 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê desteser kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) roja 25ê vê mehê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li bajarê kir û diyar kir ku ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandina HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Operayona HSDê duhî bi dawî bû û tê de bi dehan xalên li Reqa û gundewarê wê, Tebqa û gundewarê wê, hatin armanckirin.

Da zanîn jî, operasyon li gorî plana ku ji bo wan hatiye danîn hat kirin û encamên lezgîn û bi bandor li dijî tevger û planên rêxistina terorê hatin bidestxistin.

Di wê derbarê de Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand, HSDê di wê oparasyona de li Reqa 210 endamên şaneyên DAIŞê desteser kirin.

Di daxuyaniya Havpeymanan de hat gotin, operasyonê rêgiriyeke mezin li karîna DAIŞê kiriye û tê de hejmarek çek û belge hatine desteserkirin.

Hêzên Hevpeymanan got jî, hêzên HSD`ê bajarê Reqa û derdora wê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin û diyar kir ku ew bi HSDê pabend e ji bo jinavbirina DAIŞê li herêmê.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin