Hevpeymaniya Navdewletî: Dîrokeke me ya bi şanazî ligel Pêşmerge heye

.

Roja 25ê Cotmeha 2021ê di civîneke navbera Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl û Fermandarê nû yê Ofîsa Hemahengiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser mijarên serbazî û rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser yekrêziya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo têkoşîna li dijî terorîstan hat kirin.

Di civînê de ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û Serokerkan Cemal Mihemed û Fermandarê Ofîsa Hemahengiyê ya Hevpeymanan a li Hewlêrê amade bûn, rewşa Iraq û Herêmê hat gotûbêjkirin. Herdu alî hevnêrîn bûn li ser yekrêzî û hevbeşiya hêzan di têkoşîna dijî teror û terorîstan de li navçeyê. Ji bo vê yekê jî Wezîrê Pêşmerge ragihand: “Niha hevkarî û hemahengiya Hevpeymanan gelek pêwîst e û cihê pêzanîna me ye.”

Fermandarê Ofîsa Hemahengiyê ya Hevpeymanan a li Iraqê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û piştgiriya hêzên Pêşmerge kir û ragihand ku xebat û qurbanîdana Pêşmerge cihê şanaziyê ye ji bo her kesî û got: “Dîrokeke me ya gelek bi şanazî ligel Pêşmerge heye û em xelkê Kurdistanê û Pêşmerge hevbeşê xwe yê rasteqîn dibînin.”

Mijara pêngavên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û proseya xwerêkxistina hêzan û mekanîzmaya rahênan û perwerdeyê li ser bernameya bê ya tîma hemahengiyê ya Hevpeymanan li Iraq û Herêmê, gotûbêja beşeke din a civînê bû. Wezîrê Pêşmerge ragihand; bi hevkarî û hemahengiya berdewam a Hevpeymanan bi arasteya karê çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, pêşketineke berçav hatiye bidestxistin û berdewam jî dibe.

Fermandarê Ofîsa Hemahengiyê ya Hevpeymanan yê li Iraqê ragihand: “Em li vir in û em ê berdewam bin di hemahengî û hevkariyên xwe de, da ku hêzên Pêşmerge ligel artêşa Iraqê amade bikin, li hember parastina aramî û asayîşa navçeyê û têkbirina hemû terorîstan, ji bo vê jî Hevpeymanan di mijara hevkariyên xwe de di proseya çaksaziya Pêşmerge û rêkxistina hêzan û proseya rahênan û perwerde de em bi hêza Pêşmerge berdewam dibin.”

Di dawiyê de her du aliyan bi girîngî pêwendiyên niha yên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê gotûbêj kirin û Wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku ew weke Wezareta Pêşmerge daxwazkar in her dem û bi berdewamî pêwendiyeke wan a baş ligel Wezareta Berevanî ya Iraqê hebe û biryar e sibe 26ê Cotmeha 2021ê şandeke payebilind a Wezareta Berevanî bigihîje Herêmê û ligel Wezareta Pêşmerge bicive, bi mebesta gotûbêjkirina pêngavên dawî yên pêkanîn û erkdarkirina her du lîwayên hevbeş ên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî li deverên ku valahiya ewlehiyê heye.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin