Hevpeymanîya Kurdistanî bi 96 namzedan dikeve hilbijartinan

Hevpeymanîya Kurdistanî ya hilbijartinên encûmena parêzgehan, li sê parêzgehên Nînowa, Dîyale û Kerkûkê dê 96 namzedên wê hebin, ku piranîya wan jî li parêzgeha Nînowa dibin.

 

Navenda Nûçeyan- Hevpeymanîya Kurdistanî ya hilbijartinên encûmena parêzgehan, li sê parêzgehên Nînowa, Dîyale û Kerkûkê dê 96 namzedên wê hebin, ku piranîya wan jî li parêzgeha Nînowa dibin.

Li gorî yasaya hilbijartinên Encûmena parêzgehan, bo her 200 hezar kesan kursîyek hatîye dîyar kirin û Hevpeymanîya Kurdistanê jî bo her kursîyekî 2 namzedan dîyar dike.

Hevpeymanîya Kurdistanî bo helbijartinên encûmena parêzgeha Nînowa 48 namzedên wê dê hebin, ku hejmara kursîyên encûmena parêzgehê hatîye kêm kirin û bûye 24 kursî. Herwaha bo parêzgeha Kerkûkê dê 26 namzed hebin ku hejmara kursîyên wê jî 13 kursî ne. Ji bo parêzgeha Diyale jî 22 namzed dê hebin ku hejmara kursîyên wê jî 11 kursîye.

Serokê pêkhateya Hevpeymanîya Kurdistanî Ebdulrehman Mistefa di civîneke çapemenîyê de ragihand, hemû alîyên sîyasî namzedên wan dê nebe û em li ser vê yekê jî gihiştin rêkeftinê.

 

 

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’