Hevpeymaniya Îdareya Dewletê: Pirsgirêkên teknîkî yên mûçeyên Herêma Kurdistanê divê bi rêya diyalogê bê çareserkirin

.

Şevê dî Hevpeymaniya Îdarî ya Dewletê ku hevpeymana kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî ye, civiyan û di daxuyaniyekî de ragehand, divê pirsgirêka teknîkî ya mûçeyên Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê û gotûbêjê ve bê çareserkirin.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser Facebookê hatiye belavkirin, civîn bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hikûmeta Iraqê bi rê ve çûye, di wê civînê de çend mijar hatine nirxandin, di nav wan de jî, mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin.

Li gor wê daxuyaniyê, di vê civînê de tekezî li ser wê hatiye kirin ku helwesta siyasî li hember dosyaya mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê nîne û tenê dosyayên teknîkî hene.

Herwaha hatiye tekez kirin ku divê dosyayên teknîkî bi rêya gotûbêj û lihevtêgiheştinê bê çareserkirin û dûr ji aloziyên çapemeniyê be.

Ev di demekî de ye ku duh 11.01.2025, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro Şemiyê bi amadebûna wezîrên Kurd ên li hikûmeta federal û beşek ji serokên fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê civîneke awarte li dar xist û tê de biryar hat dayîn ku peyama dawî ji Iraqê re bê dayîn ji bo ku êdî li ser siyaseta zulimkirinê li mûçexwarên Herêma Kurdistanê berdewam nebe.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc