Hevjîna Aram Tîgran koça dawî kir

.

Hevjîna hunermendê navdar ê Ermen Aram Tîgran li Belcîkayê koça dawî kir.

Sîrwart Melîkiyan hevjîna hunermed Aram Tîgran, di 81 saliya xwe de li Bruksela paytexta Belcîkayê koça dawî kir.

Sîrwart Melîkiyan sala 1941ê li bajarê Qamîşlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû.

Hunermend Aram Tîgran, her çiqas bi eslê xwe Ermenî bû, lê xeizmeteke gelek mezin ji muzîk û hunera Kurdî re kir û heta ku wefat kir jî bi Kurdî sitirî. Tîgran 11 album derxist û ji xeynî stranên Ermenkî, 230 Kurmancî, 150 Erebî, 10 Siryankî û 8 stran bi Yunanî got.

Aram Tîgran bi binemaliya xwe Ermenê Sasonê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1934 an de li Qamişloyê hat dinê.

di sala 1966 an de koçî Hayestanê ya Ermenistanê dike û 18 sal di Radyoya Erîvanê de kar kir.

Aram Tigran Di 8ê Tebaxa 2009 an de li Atînaya paytexta Yunanê koça dawî kir. Her çiqas Tîgran wesiyet kiribû ku gorawî li Ameda Bakurê Kurdistanê bi axê ve bê sipartin jî lê ji ber ku ne hemwelatiyê Tirkiyê bû rê nehat dayîn û gora wî li Belcîkayê bi axê ve hat sipartin û axa ku ji Amedê anîbûn bi ser gora wî de kirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin