Hêviya ku bibe nerîtiyeke salane, Rojên Çand û Hunera Kurdî li Berlîn

.

Hêviya ku bibe nerîtiyeke salane, Rojên Çand û Hunera Kurdî li Berlîn

 

Siyaset sînoran dinav netewe û gelan de çêdike, çand û keltûr wan sînoran derbas dike wan dighîne hev, di çand û keltûrê de milet nêzîkî hev û hevparê hev in, ji rojhliat heta bi rojava û ti bixwaze heta bi Ostralyia û Afrîka jî. Û çi siyaseta ku piştevaniya çalakî û bizavên çandî bike ew siyaset bi xwe jî dibe fakterê jihevnêzîkbûn û hevparî û biratiyê

Xortên xwebexiş

Li Berlîna paytexta welatê Elmanya bi maweyê sê rojan ji 27 heta 29ê Gulanê 2022, bi reveberiya hejmareke çalakvanên xwebexiş ên Kurd û piştevaniya hejmareke rewşenbîr û çalakvanên Ereb ji çend welatekî, Rojên Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin

Kurd, Ereb û Elman beşdarbûn

Di festîvalê de, Kurd, Ereb û Elmanî amade bûn, hejmarek çalakî hatin lidarxistin, wek imzekirina pirtûkan, smînarên corbecor li ser çan û keltûra kurdî û pêwendî û hevpariya di navbera çand û keltûra Erebî û Kurdî jibilî, mûzîk û sifreyên xwarinên Kurdî û kardestên filoklorî, cilûberg û dîlanên Kurdî ku bûn cihê dilxweşiya mêvanan.

Salihê Heydo hat xelat kirin

Di festîvalê de Helbestvan û kesayetiya navdar a Rojavayê Kurdistanê Salihê Heydo hate xelat kirin, derbarê xelatkirina xwe Salihê Heydo got: “Ez zehif bi xelatê serbilind im, çinku ev xelat ji dest dilêş û berketiyên huner û çanda Kurdî werdigrim, karê wan li welatên xerîbiyê gelekî girîng e, ew çand û hunera me şanî cîhanê dikin, bi xelata wan ji min re ew çand û hunera Kurdî xelat dikin.”

Herwisa got: “Ez dê bi beşê darayî yê vê xelatê hejmarek pirtûkên xwe çap bikim, ev jî dikeve xizmeta parastin û belavkirina vî keltûrê zengîn, ku pirtûkên min hemû li ser vê babetê ne, ez gelekî spasiya wan û keda wan dikim.”

Karên wek vî karî pîroz in, çinkî ew him çand û zimanê Kurdî bi cîran û hevbeşên me yên welat û çîranên me jî bi çanda me didin naskirin û sînorên ku di navbera me de çîbûne dişkînin

Hêviya berdewamiyê

Birêveberên vê vestîvalê û alîkarên wan ji Ereb û xelkên Sûriyê hêvîdikin ku ev yek bibe nerîtiyeke salane û hejmara alîkaran bêhtir bibe û berdewam çalakiyên rewşenbîrî yên Kurdî werin lidarxistin, çinku çand û huner samanê hemû netewe û miletan e û wan ji hevudin nêzîk dike, di dema ku bi hezaran hokarên jihevduriyê bandorê li van netewe û gelên hevpişk û cîran dikin

Hêjayî gotinê ye ku ev festîval li sentera Mozayîk û Pirtûkxaneya Qudis hatibû lidarxistin, ev jî bû cihê spasî û rêzlêgirtina aliyên birêvebir û mêvanên festîvalê

Rûpela Nû /Idris Hiso

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive