Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Konê Reş û Salihê Heydo Xelat kir

.

Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo şêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reşîd Sofî û Mihemed Elî Şakir xelat wergirt.

Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt. Îsal jî di 2021ê de, çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa Komîteya Kargêr a HRRKê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; Konê Reş û Salihê Heydo ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze. Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêşkêşî sponserê xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm Şakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweş ji wî û malbata wî re dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

 18.11.2021 Qamişlo

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin